Civînekî giring di wezareta darayî de birêve diçe
Çavkaniyekî ji wezareta darayî û aborî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji BasNewsê re ragehand, naha 04.10.2016ê civînek li wezareta darayî de bi amadebûna hemû rêveberên bankeyan û rêveberên beşa hesabdariyên fermangehên hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi beşdariya şêwirmendên Lûbnanî yên ku berê peyman li gel wan hatine îmza kirin ketine civînê û civîn destpê kiriye.
Herwaha aşkera kir, civîn bi armanca gotûbêj kirina krîza darayî û awayê kêmkirina xercên hikûmetê û zêdekirina dahatan tê kirin.
Basnews
