• Monday, 23 February 2026
logo

Serokatiya Kurdistanê: Em teqîna Hesekê bi tundî şermezar dikin

Gulan Media October 4, 2016 Nûçe
Serokatiya Kurdistanê: Em teqîna Hesekê bi tundî şermezar dikin
Serokatiya Herêma Kurdistanê, teqîna xwekujî ya bajarê Hesekê yê Kurdistana Rojava bi tundî şermezar kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyeke nivîskî de ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, êrişa xwekujî ya şeva borî li bajarê Hesekê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku tevahiya sazî û dezgehên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê bo alîkarîkirina birîndarên teqîna Hesekê amade ne.

Serokatiya Herêma Kurdistanê sersaxî ji malbatên şehîdên wê bûyerê re xwestiye û hêviya zûtir başbûnê jî ji birîndaran re xwestiye. Di dawiya daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: Em di hemû şert û mercan de hevsoz û piştevanê xûşk û birayên xwe li Rojavayê Kurdistanê ne û êş û xemên wan êş û xemên me ne.

Di teqîna şeva borî ya Hesekê de, ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû kirin, zêdetirî 100 kes hatibûn kuştin û birîndar bibûn.

Basnews
Top