Serokê ENKSê sersaxiya gelê Kurd dike
Derbarê teqîna bajarê Hesekê Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Ibrahîm Biro beyanameyek belav kir, tê de teqîna ku, li bajarê Hesekê ji aliyê çekdarekî DAIŞê ve hatî kirin bi tûndî şermezar kir.
Biro di daxuyniya xwe de wiha jî got: "Mixabin careke din destê tawanbaran dirêjî bajarê Hesekê bû, di wê teqînê de hevalrêya me parêzer Behedên Fatimê Endamên Komîta Navendî ya Yekîtiya Kurd li Sûriyê, yê ku, eve 30 sale di nav rêza partiya me de kar dikir, dilovaniya xudê li giyanê hemû şehîdan be û saxûsilametî ji birîndaran re, xudê sebir û aramiyê bide mlbatê şehîdan û sersaxî ji gelê Kurd re."
Şevê din Teqînek xwekujî li holeke şahiyan ya bi navê Senabil ku dikeve li gundê Sefiya li ser riya Hesekê - Qamişlo rû da. Di encamê de li gor desteya Tendirûstiyê 25 kes şehîd bûn û 80 birîndar bûn.
K24
