Başûr - PKK bacê li ser kolberan zêde dike
Jêderekî agahdar li devera sînorî ya Pêncwênê ji heftenameya Bas re gotiye, ev demek e gerîlayên PKKê li devera Pêncwênê, ku dikeve ser sînorê Rojhilat û Başûr, bacek zêde ji xelkê distînin, ev jî bûye sebeba wê ku gelek kolberên li ser wan sînoran kar dikin, dest ji karê xwe berdin.
Wî jêderî her wiha ragihandiye, PKK ji her kolber û bazirganekî 100 hezar heta 200 hezar dînar distîne. Di demekî de ku tevahiya sûda wî kolberî bi qasî wê bacê ye ku PKK jê distîne! Yanê çi qazanc dike PKK jê distîne.
Berpirsê çalakiyên YNKê li bajarokê Pêncwênê, Mamosta Xelîl derheqê wê mijarê de ji Basê re gotiye, tevahiya xelkê wê deverê ji reftarên PKKê yên li hember kolber û bazirganan nerazî ne. Mixabin hikûmet jî tiştekî nake. PKKê li her derî xalên standina bacê daniye.
Wî rayedarê YNKê daye zanîn ku çend caran hişyarî dane PKKê lê PKKê di bersiva wan de gotiye, em neçar in bacê ji xelkê bistînin çimkî ti çavkaniyek din a dahata me tine!
Li gorî wî rayedarê YNKê, PKK bi dilê xwe bacê ji xelkê distîne û ev demek e rêjeya bacê zêde kiriye. Ji be wê jî fişarek mezin li ser kolber û bazirganan çêbûye. Eger kesek bixwaze xwe ji dayîna bacê bidize PKKê wî kesî ceza dike û sê beramber jê distîne!
Berpirsê çalakiyên PDKê li devera Nalperêzê, Bekir Ebdullah jî behsa wê rewşê kiriye û gotiye, PKK bi kêfa xwe bacê ji kolber û xelkê deverê distîne. Bizava Gorran jî, ku li wê derê bihêz e, li hember wan reftarên PKKê him bêdeng e him jî jê re rê xweş dike!
Bekir Ebdullah eşkere kiriye ku gerîlayên PKKê ji devera Şilêr heta Şiyawê, ji Pêncwênê heta Seyranbendê (sînorê navdewletî), ji Germikê heta Siyagozê û dîsa ji Pêncwênê heta Kanî Masiyanê belav bûne û bacê distînin. PKK him ji wan kesên ku bar dibin Îranê bacê distîne him jî ji wan kesên ku ji Îranê tên Başûr. Xelkê 58 gundên deverê hemû ji wan reftarên PKKê bêzar bûne.
Berpirsê liqa PDKê li Helebcê, Fazil Beşaretî jî ji Basê re li ser wê mijarê gotiye, PKK li derdora çiyayê Sorên û rojhilatê bajarokê Seyîd Sadiq jî bacê ji xelkê distîne û rêjeya wê jî zêde kiriye. Ti kolberek, heta bacê nede PKKê nikare li wan sînoran kar bike.
Lê qayîmeqamê Pêncwênê, Zana Osman, ku endamê Gorranê ye, gotiye, heta niha ti gilî û gazindek ji aliyê xelkê û partiyên siyasî ve li ser PKKê nehatiye kirin. Haya me jî ji wê nîne ku PKK bacê ji xelkê distîne. Jixwe sînor di bin kontrola hêzên asayiş û nobedarên sînor de ye û mafê ti kesî tine li wan deran bacê ji xelkê bistîne.
Basnews
