• Monday, 23 February 2026
logo

Rojava – Hejmara kuştiyên teqîna Hesekê zêde bû

Gulan Media October 4, 2016 Nûçe
Rojava – Hejmara kuştiyên teqîna Hesekê zêde bû
Hejmara kuştiyên teqîna Hesekê zêde bûn, DAIŞê jî ew êrişa xwekujî girt ser xwe.

Duh bi şev li nav şahiyekê de li bajarê Hesekê, teqînek xwekujî qewimî, herî kêm 15 kes di cih de jiyana xwe ji dest dan. Lê li gorî agahiyan, hejmara kuştiyan derketiye 25an û gelek kes jî birîndar bûne.

Ji aliyekî din, DAIŞê ragihand ku ew êrişa xwekujî ji aliyê wan ve û li dijî “civîna PKKê” hatiye kirin.

Rayedarê PDKSê Ebdulrehman Ebtan li Hesekê ji BasNewsê re gotibû, teqîna xwekujî lo hola şahiyan a bi navê Senabil qewimiye û dibe ku ji aliyê DAIŞê ve hatibe kirin.

Basnews
Top