Li Etiyopyayê polîsan 300 kes kuştin
Li herêma Bishoftuyê ku 40 kîlometro dûrê Addis Ababa paytexta Etiyopyayê ye di merasîmek olî de li ser dirûşmên hemberî Hikûmetê, di navbera beşdarvanan û polîsan de pevçûn derket û polêsan gule reşandine ser çalakvanan. Hate ragihandin ku di encamê de bi dehan mirî û birîndar hene.
Aktîvîstek bi navê Cafer Muhammed eşkere kir ku herî kêm 300 kesan jiyana xwe ji dest dane, gelek kes jî birîndar bûne. Muhammed destnîşan kir ku leşkeran ji helîkopteran ve gule reşandine ser çalakvanan û piraniya kesên ku mirine yan ji kendalê ve xwe avêtine yan jî kesên bi zorî mayîne xwe xistine avê ne. Herwiha çavkaniyên bêalî van îddiayan piştrast nekirine.
Li gorî nûçeya BBC tirkî yê çalakvanan bi kevir û şîşeyan êrişî polêsan kirine, lê li gorî hin çavkaniyên din jî çalaki aştiyane derbas bûye.
Li gorî agahiyan, polêsan bi xaza rondikrêj êrişî çalakvanan kirine û piştrejî gule reşandine, li servê yekê îzdîham derketiye û gelek kes di îzdîhamê de jiyana xwe ji dest dane. Hikûmeta Etiyopyayê jî daxuyand ku di çalakiyê de hin kesan jiyana xwe ji dest dane û berpirsiyarên bûyerê dê hesabê bidin.
Basnews
