• Monday, 23 February 2026
logo

Qayîmeqamê Şingalê: Dibe ku ew du pêşmerge ji aliyê PKKê ve hatibin kuştin

Gulan Media October 3, 2016 Nûçe
Qayîmeqamê Şingalê: Dibe ku ew du pêşmerge ji aliyê PKKê ve hatibin kuştin
Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl ragihand, ew her du pêşmergeyên ku beriya niha li ser çiyayê Şingalê kuştî hatibûn dîtin, li devera ku hêzên PKKê bicîh bûne, hatine şehîdkirin.

Pêr du karmendên Duhokê, ku wek pêşmergeyên xwebexş çûbûn ser çiyayê Şingalê, kuştî hatibûn dîtin.

Derheqê wê bûyerê de qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re got, ew her du pêşmergeyên xwebexş li wî cihî hatine şehîdkirin ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) lê bicîh bûne.

Mehma Xelîl her wiha got, ji ber wê jî gumana me heye ew du pêşmerge ji aliyê YPGê ve hatibin şehîdkirin.

Qayîmeqamê Şingalê daxwaz kir ku demildest ew kesên ku ew pêşmerge kuştine, bên dîtin û radestî wan bên kirin.

Wî rayedarê êzîdî anî ziman ku tedbîrên taybet li hember PKKê tên girtin û got, her kesê ku ew kar kiribe ferqa wî bi DAIŞê re tine.

Basnews
Top