ROJAVA - Ereb xaniyên kurdan dikirin
Li bejarê Qamişlo malbatên kurd ên ku xanî û avahiyên xwe difroşin û rêya koçberiya ber bi Ewropa ve dane berxwe pirr bûne.
Welatiyên Kurd dibêjin ku ne kar, ne xizmetguzarî û ne jî pêwîstiyên jiyanê ji wan re têne peydakirin û ne jî ewlehiya wan tê parastin, loma ew ji welatê xwe bi hesret koçber dibin.
Li Qamişlo, bi sedema pirbûna kirîn û firotina Xaniyan, ofîsên bazirganiya avahiyan pirr bûne. Li gorî karê xwe, bazirgan dibêjin ku rêjeya firotina xaniyan li taxên ku teqîn lê çêbûne bêhtir e ji taxên din.
Gelek welatî dibêjin ku ew ne bi dilê xwe berê xwe didin rêya koçberiyê. Bi gotina wan, ew plana rejîmên Sûriyê ji bo valakirina Rojavayê Kurdistanê ji kurdan niha tê cîbicîkirin.
Li gorî bazirganekî xaniyan ji bajêr, Kurd malên xwe difiroşin û erebên ji Hesekê, Dêrazorê û Reqayê jî wan dikirin.
Tevî ku Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, herêma herî zengîn e li Sûriyê û dahata berhemên wê yên cûr bi cûr dahateke pirr mezin e û tevî ku niha desthilata deverê di destê aliyekî siyasî kurd de ye, lê welatiyên wê herêmê gilî û gazinan ji tunebûna kar û xizmitguzarî û ewlehiyê dikin û malên xwe didin ber firotinê û berê xwe didin rêya koçberiyê.
Rudaw
