• Monday, 23 February 2026
logo

Hejmara qurbaniyên teqîna Hesekê zêde dibin

Gulan Media October 3, 2016 Nûçe
Hejmara qurbaniyên teqîna Hesekê zêde dibin
Li Hesekê hat ragihandin ku, di demjêr 21: 25an de kesekî xwekuj di hola Senabil ya şahiyan ya li bakurê Hesekê de xwe teqand, heta niha 14 kesan canê xwe jidest dane û 25 kes birîndar bûne.

Peyamnêrê K24ê amaje kir, li hola Senabil dawata malbata Fatimê ya Kurd dibû û bêhtirî ji 100 kesî di holê de bûne.

Peyamnêrê K24ê diyar kir jî, birîndar bo nexweşxaneya Niştimanî ya Hesekê hatine veguhastin.

Herwiha metirsî jî heye ku hejmara kuştiyan zêde bibin.

Ji ber bihêzbûna teqînê, beşek ji holê hatiye rûxandin.

K24
Top