Hejmara qurbaniyên teqîna Hesekê zêde dibin
Peyamnêrê K24ê amaje kir, li hola Senabil dawata malbata Fatimê ya Kurd dibû û bêhtirî ji 100 kesî di holê de bûne.
Peyamnêrê K24ê diyar kir jî, birîndar bo nexweşxaneya Niştimanî ya Hesekê hatine veguhastin.
Herwiha metirsî jî heye ku hejmara kuştiyan zêde bibin.
Ji ber bihêzbûna teqînê, beşek ji holê hatiye rûxandin.
K24
