• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Perwerdeyê Iraqa Federal kir

Gulan Media October 3, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Perwerdeyê Iraqa Federal kir
Roja dûşem 03.10.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr Mihemed Îqbal Wezîrê Perwerdeyê Iraqa Federal kir.

Li hevdîtinê de Wezîrê Perwerdeyê Iraqê bi kurtî di derbarê peywendî û hemahengiya di navbera her dû Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê xisterû, her wiha behsa rewşa xwendekarên koçberên li wargehên Herêma Kurdistanê û kêşeyên wan û plana Hikûmeta Iraqê ya pêşkêşkirina hevkariya xwendekarên wargehan de kir.

Li beşekî dinê axaftina xwe de Wezîrê Perwerdeyê Iraqê spasî gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku mîhvandariya sedanhezar koçber û penaberan kiriye. Her wiha ronahî xiste li ser serdana çend roj berê Serok Barzanî ya li Bexda û serdanê bi girîng û bi bandor û dîrokî wesif kir.

Her li vê civînê de di derbarê operasyona azadkirina Musil û nîgeraniyên di derbarê qonaxa piştî Da'îş û her wiha proseya siyasiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Top