Tirkiyê 1000 leşkerên din şandiye Sûriyê
Operasyona Mertala Firatê 40 roj in li Rojavayê Kurdistanê û Sûriye berdewam dike û Tirkiyê bêhtirî 1000 serbazên taybet derbasî sûryê krine, ji bo ku beşdarî operasyonan bibin.
Serokerkaniya Artêşa Tirkiyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku operasyona wan kete roja xwe ya 40emîn û bi 6 hezar û 319 lêdanê, hezar û 657 binke û bargehên serbazî yên çekdarên DAIŞê hatine rûxandin.
Li gorî medyaya Amerîkayê, Tirkiyê hezar leşkerên xwe tevlî operasyona li dijî DAIŞê li bakurê Sûriyê kir û ew leşker tevlî hêzên Artêşa Azad a Sûriyê bûne dê deverên di destê DAIŞê de derxin û kontirol bikin.
Serokerkanê Artêşa Tirkiyê Hulusî Akar ji çapemeniyê re ragihand di operasyona li ser Reqayê de, dê hêzên YPGê-PYDê tinebin û “ew rêxistinên PKKê” ne.
Akar got, eger Amerîka bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re hevkariyê bike û bixwaze operasyona li ser Reqayê bike Tirkiyê dê tevlî wê operasyonê nebe.
Derbarê wan roketên katyoşayê ku çekdarên DAIŞê davêjin Kilîs û deverên dîtir li Bakurê Kurdistanê de Wezîrê Bervaniya Tirkiyê ragihand ev sal û nîveke Tirkiyê di pêşxistina sîstema berevaniyê de kar dike û niha wan sîstemek ji fuzeyan li ser sînor danîne ku çi roket yan fuze ji Sûriyê bên dê li ezmanan têkbibin.
Li gorî dîmenên ku di tora medyayî ya civakî de hatine belavkirin, hêzêke jinan a ji dijbereya Sûrî li deverên Helebê û Ezazê hate damezrandin.
Li gorî dîmenên navborî navê wê hêza jinan a li Helebê “Ketîbeya Mucahîdat El Îxlas” e ku girêdayî hêzên Cebhet Xurebaa Elşam in, amedekariyên xwe dikin ku bi roketan êrîşî hêzên Artêşa Sûrî li taxa Sulêman Helebî ya bajarê Helebê bikin.
Li aliyekî din ragihandina ser bi PYDê dibêje, dewleta Tirkiyê li deriyê Bab El Hewa malbeteke gundê Meimila yê ser bi nahiyeya Mabata Efrînê radestî hêzên dijbereya Sûriyê yên ser bi Cebhet Elnusra kir.
Ew ragihandin dibêjen wan du malbatan, beriya du rojan xwestin li sînorê nahiyeya Raco ya Efrînê ji Bakurê Kurdistanê derbasî Efrînê bibin, lê rastî gulebarana artêşa Tirkiyê hatin, zarokekê jiyana xwe ji dest da û du kes birîndar bûn, piştre ew girtin, duh jî ew radestî hêzên Opozsyona Sûrî yên li deriyê Bab Elhewa ya girêdayî Îdlibê kirin.
Navên kesên ku artêşa Tirkî ew radestî hêzên Cebhet El-Nusra kirin wiha ne:
Bêrîvan Birîmo, Bêrîvan Dawûd, Hesen Cemîl Kolîn û kesekî navê wî nehate zanîn.
Rudaw
