• Monday, 23 February 2026
logo

Navenda Biryar a YNKê hişyarî da Goran!

Gulan Media October 3, 2016 Nûçe
Navenda Biryar a YNKê hişyarî da Goran!
Pişrsgirêk û nakokiyên nav YNKê bûye sedem ku komîsyonên hevbeş ên YNKê û Tevgera Goran nekarin karên xwe yê yekkirina herdu partiyan bikin.

Berpirsên nav baskê Navenda Biryardanê ya YNKê dibêjin, “eger Tevgera Goran ligel Navenda Biryardanê neşêwire dê ji bo rêkeftinê jî pirsgirirêk çêbibin.”

Di destpêka damezrandinê de berberiya di navbera Tevgera Goran û YNKê de gihiştibûne asta herî bilind. Goran xewna wê yekê didît ku YNK hilweşe û ew bibin desthiladarê Silêmaniyê.

Niha jî jiber têkçûna pêwendiyên wî yên ligel PDKê, beşek ji hêviyên xwe li ser hîmê aramiya nav YNKê çandiye. Ji ber vê yekê dixwaze rêkeftina xwe ya ligel YNKê bigihîne qonaxa dawiyê da ku bikare guvaşê bixe ser Hewlêrê.

Berpirsekî YNKê ku nexwest navê xwe eşkere bike, hêviya xwe ya çareseriyê nebiriye û dibêje, “Pirsgirêkên YNKê wiha berdewam nakin. Herdu alî jî naçar in ligel hev bicivin û biryarekî bidin. Qet nebe divê YNK bikare bersivê bide pirsan.”

Endamê Civata Nîştîmanî ya Tevgera Goran Ebdulrezaq Şerîf nîgeraniya partiya xwe ya li hember nakokiyên nav YNKê neveşart û got, “Goran hewl dide demek ji ya din zêtir pirsgirêkên nav YNKê bên çareserkirin.”

Lê li gorî zanyariyên Rûdawê, baskê Navenda Biryardanê yê YNKê ji danûstandinên Tevgera Goran ên ligel baskê “Piraniya Polîtbûroyê” ne razî ye.

Civîna Tevgera Goran a ligel baskê Hêro Îbrahîm Ehmed ku roja 2ê Cotmehê pêkhat, careke din bus edema nîgeraniya baskê din.

Endamê Navenda Biryardanê yê YNKê Serwer Ebdûrehman dibêje, “Navenda Biryardanê herdem tekezî li ser pabendbûna rêkeftina ligel Tevgera Goran kiriye. Bi wê mercê ku xizmeta navmala kurd bike, jiyana xelkê baş bike û nakokiyên kevin ên di navbera Goran û YNKê ji holê rabike.

Ebdûrehman diyar dike ku ti pirsgirêkek lihember rêkeftina herdu partiyan nîne û wiha pêde diçe;

“Biryarên di civîna Tevgera Goran û “Baskê Malbatê” de hatine girtin, Navenda Biryarê girênadin. Jiber ku divê li ser rêkeftin û pêwendiyan Navenda Biryardanê bixwe biryaran bide. Hêvîdar im ku ligel Navenda Biryarê jî rûnin, eger nerûnin ev yek dê bandore li ser rêkeftina Tevgera Goran û YNKê bike.”

Berdevkê Navenda Biryardanê yê YNKê Şalaw Elî Eskerî jî da zanîn ku divêya di nava şanda ku ligel Goran hevdîtin kiriye, endamên Navenda Biryarê jî hebana lê ew kesên hatine destnîşankirin, ji aliyê baskê din ve hatine derxistin.

Rudaw
Top