• Monday, 23 February 2026
logo

Li Efrînê keçeka şeş salî li ser sînorê Tirkiyê tê kuştin

Gulan Media October 3, 2016 Nûçe
Li Efrînê keçeka şeş salî li ser sînorê Tirkiyê tê kuştin
Li gundê Sorkê yê girêdayî navçeya Raco li Efrînê, li ser sînorê navbera Efrîn û Turkiyê, keçeka şeş salî bi navê Rohîv, bi guleyên artêşa Turk, hate kuştin, dê û bavê wê birîndar bûn, û sê welatiyên din hatin girtin.

Li gor çavkaniyên ser sînor,ev yek rûda dema şeş welatiyên sivîl ji herêma Efrînê hawildidan derbasî aliyê Turkiyê bin, û bûn armanca guleyên artêşa Turkiyê.

Hat ragihandin her sê welatiyên hatî girtin radestî deriyê Bab el-Hewa bûn li parêzgeha Idlibê.

Ev bû demeke bûyerên kuştin û lêdanê li ser sînorê Turkiyê bi awakî rojane dibin, tevî ku saziyên sivîl li Efrînê giliyên kuştina welatiyan li ser sînor gihandine saziyên navdewletî
Top