Ji bo çareserkirina pirsgirêkên YNKê şandeyekî din ê Îranê li Silêmaniyê ye
Li gor K24 ku nûçeyê disperse çavkaniyekê dûh 02.10.2016ê dûyem car şandeyekî Îranê bi armanca navbeynkariyê û lihevnêzîk kirina baskên YNKê geheştiye bajarê Silêmaniyê.
Berî naha jî berpirsên navenda biryar a YNKê, li gel baskê Hêro Îbrahîm Ehmed civiyabûn û hatibû ragehandin ku civîn bê encam bi dawî bûye.
Berî naha jî şandeyekî Îranê bi armanca çareserkirina pirsgirêkên baskên YNKê serdana Silêmaniyê kiribû. Vê derbarê de parlamenterê YNKê Rêwas Fayîq ji BasNewsê re ragehandibû: ‘’Li gor zanyariyên min şandeya Îranê hatiye, nizanim li gel Hêro Xan çi gotine, lê li gel navenda biryar guhdarî kirine û pirskirine pirsgirêk çiye? ew an jî behsa pirsgirêkan kiriye, êdî ewê helsengandinê bikin.’’
Basnews
