• Monday, 23 February 2026
logo

Zanayên îslamî: Pêşmerge cîhad li dijî DIŞIê dike

Gulan Media October 3, 2016 Nûçe
Zanayên îslamî: Pêşmerge cîhad li dijî DIŞIê dike
Hejmarek zanayên olî yên îslamê li bajarê Soran, çûn çeperên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yên li eniya Tilsiqofê serdan kirin.

Ew zanayên îslamê ku duh bi Serokatiya rêveberê Ewqafa Soran Weysî Seîd de, serdana hêzên Pêşmerge kirin û şerê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yê li dijî terorîstên DIŞIê wek cîhad û berevanî li xak û ola gelê Kurdistanê pênase kirin.

Zanayên îslamî amaje bi zîrekî û qehremantiya Pêşmerge kirin, ku bûne hêvinê serbilindî bo hemû aliyekê û li cîhê hemû mirovahiyê şer li dijî grubekî terorîst a herî wehşî ya cîhanê re dikin û pesnê Pêşmerge dan.
Mamostayên olî piştevaniya hemwelatiyan a ji bo hêzên Pêşmerge wek erkekî olî û netewî jî pênase kirin.
Top