GEVER – Bombe teqiya, otomobîla leşkerî parçe bû!
Li gorî agahiyan, îro danê sibê li nêzîkê Gêçkanê ya herêma Oremar a navçeya Geverê, di dema derbasbûna otomobîla leşkerî de bombeyek vedayî hate teqandin.
Li gorî agahiyan di teqînê de 2 leşkerên Artêşa Tirkiyê mirin û leşkerek din jî birîndar bû.
Leşkerên birîndar rakirin nexwexaneya Geverê.
Hêzên ewlekariya Tirkiyê li herêmê dest bi operasyonê kir.
Rudaw
