CÎHAN MAT MAYE – Ji aştiyê re gotin NA!
Ji bo bidawî anîna şerê 52 salan, hikûmeta Kolombiya û gerîlayên FARCê, piştî danûstandinên 4 salan, hefteya borî li Hawana ya paytexta Kûbayê, peymana aştiyê îmze kiribûn.
Ji bo cîbicîkirina peymanê divêya bi referandûmê destûra gel jî bê wergirtin.
Di referandûmê de ji sedî 37ê gelê Kolombiyayê dengê xwe bikaranî. Ji sedî 50.24ê dengdêran ji peymana aştiy3e re gotin “NA”.
Piştî referandûmê pêşeroja peymanê ne diyar e. Serokomarê Kolombiyayê Juan Manuel Santos got ku ti planeke wî yê B nîne. Santos diyar kir ku agirbest hê jî derbas dibe û ew dê dest ji pêvajoya aştiyê bernede.
Serokê rêxistina FARCê Timoleon Jimenez jî daxuyand ku ew ji bo berdewamkirina aştiyê bi biryar in.
Peymana aştiyê ya di navbera hikûmeta Kolombiya û rêxistina FARCê de Kolombiya kiribû du beş. Serokomarê berê Alvaro Uribe li dijî peymanê bû.
Di 52 salên şerê Kolombiyayê de nêzîkê 260 hezar kesan jiyana xwe jidest dabû.
Rudaw
