• Monday, 23 February 2026
logo

Sûriye – Li Cerablusê çekdarên girêdayî Tirkiyê li hev dan

Gulan Media October 3, 2016 Nûçe
Sûriye – Li Cerablusê çekdarên girêdayî Tirkiyê li hev dan
Li herêma Cerablusê ya Sûriyê, çekdarên girêdayî Tirkiyê bi hev ketin, Fermandarek û bi dehan çekdar hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ajansa Rûsî ya Sputink,li gundekî Cerablusê, di navbera çekdarên Firqeya El-Hemze û Firqeya Isûd El-Şerqiye (yên girêdayî Tirkiyê) de, pevçûn rû dan.

Hat zanîn ku sebeba derketina wî şerî ew bûye ku çekdarên Firqeya El-Hemze yên Turkmen, li gundekî ku piraniya şêniyên wê erebin, komkujiyek pêk anîbûn. Çekdarên Firqeya Isûd El Şerqiye li dijî wê derketibûn ji ber wê jî şer derketibû.

Hat gotin ku di wî şerî de, fermandarekî Firqeya Isûd El-Şerqiye bi navê Ebû Salih El-Şêtî û zêdetirî 10 çekdarên wî hatine kuştin.

Firqeya El-Hemze gef li Firqeya Isûd El-Şerqiye xwariye ku eger teslîmî wan nebin dê çeperên wan topbaran bikin.

Basnews
Top