Civata Wezîran bi peyamekê hatina sersala Koçî pîroz dike
Ev li jêr teksta wê peyamê
Bi helkefta hatina sersala Koçî, em gerimtirîn pîrozbahiya li tev misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikin. Em hêvîdar in ev minasibe ji bo gelê Kurdistan, gelên herêmê û cîhanê xêr û xweşî be û aşitî û aramî li deverê bi cî bibe.
Niha Kurdistan di rewşeke nazik û hesas de derbas dibe, çavê me li wê çendê ye ku tev aliyên kurdistanî û hemû hevwelatiyên dilsoz bi canekê tebayî û hestkirin bi berpirsiyariyê, weke pêşmergeyên mêrxas, ji bona parastina destkeftiyên gelê me rola xwe ya dilsozane bilîzin. Xebatên tev aliyan, ji bona çareserkirina pirsgirêkan û derbaskirina vê rewşa nazik bi serbeilindî û serkeftî, bibin piştevanî ji bo xebatên hikûmetê.
Careke din hatina sersala Koçî li gelên misilman bi giştî û misilmanên Kurdistanê bi taybetî pîroz be.
Civata Wezîrên Herêma Kuridstanê
2ê çirya pêşiyê 2016ê Zayînî
1ê miherimê 1438ê Koçî
