Ermenî daxwaza kotaya kursî li parlamentoyê, ji Bexda dikin
Parlamenterê li ser kotaya Ermeniyan li parlamentoya Kurdistanê Urwant Nisan Markos Bttrus ji çapemeniya Iraqê re ragehandiye, ku şandeyekî ermenan bi serokatiya Metranê ermenî yê Iraqê Afak Asadoryan de li gel serokê hevpeymaniya niştimaniya şîeyên Iraqê Emar Hekîm civiyaye.
Li gor gotinên wî parlamenterê ermenî, şandeya ermenan daxwaz li Emar Hekîm kirine ku ji aliyê niştimanî ve amaje bi ermenan jî divê bê kirin û nasnameya wan a netewî li ser karta niştimanî ango hevyeya niştimanî de cîh bigre.
Urwant Nisan Markos Bttrus ragehand, şandeya ermeniyan wê berdewam be li hewlên xwe yên ji bo bidestxistina kursiyekî wek kotaya ermenan li parlamentoyê û wek pêkhateyên olî û netewî yên Iraqê.
Ji ber baweriya şoreşê gelê Kurdistanê bi azadî û mafên olî û netewên din, piştî helbijartina parlamentoya Kurdistanê li sala 1992 de, ji parlamentoya 111 kursiyan 11 kursî wek kota ji bo Mesîhî, Tirkmen û Ermeniyan hatiye cuda kirin.
Basnews
