Tezkereya operasyonên dervey sînor hat pejirandan
Duh li meclîsa Tirkiyê piştî vebûna meclîsê pêşneyarbiryara serokwezîrtiya Tirkiyê ya operasyonên dervey sînor li ser hevdîtin hatin kirin û piştre jî dengdan li ser hate pêkanîn. Tezkere bi dengên parlamenterên AKPê, CHPê û MHPê hate pejirandin û ji bo salekê erka operasyona ji derveyî sînor dide Serfermandariya Artêşa tirk. HDPê dengê neyênî da tezkereyê.
Basnews
