• Monday, 23 February 2026
logo

HİKÛMETA HERÊMA KURDISTANÊ – Em li hêviya piştgiriya hemû aliyan in

Gulan Media October 2, 2016 Nûçe
HİKÛMETA HERÊMA KURDISTANÊ – Em li hêviya piştgiriya hemû aliyan in
Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê daxwaz ji hemû aliyên Kurdistanî û hemwelatiyan kir ku bi dilsozî destkeftiyên Kurdistanê biparêzin.

Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê bi boneya sala nû ya Hicrî peyameke pîrozbahiyê weşand û hêvî xwest ku sala nû ji bo gelên Kurdistanê, yên herêmê û cîhanê bibe sala xweşî, aştî û aramiyê.

Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê di peyama xwe de diyar kir ku Kurdistan di serdemekî hestyar re derbas dibe û ragihand, “Hêviya me ji hemû aliyên Kurdistanî û hemwelatiyên dilsoz ew e ku bi giyana hevgirtinê, bi hestkirina berpirsiyariyên xwe, weke pêşmergeyên leheng rola xwe bi dilsozane bilîzin û destkeftiyên Kurdistanê biparêzin.”

Civata Wezîran ji bo derbaskirina krîz û çareserkirina pirsgirêkan jî daxwaza piştgirî û alîkariyê ji hemû aliyan kir.

Roja Yekşemê (02-10-2016) serê sala nû ya Hicrî ye. Bi vî armancî Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemû sazî û dezgehên hikûmî, bêhnvedana fermi ragihandiye.

Rudaw
Top