“Amerîka ji Tirkiyê re gotiye, şerê YPGê nekin”
Rojnamevana navdar a tirk û nivîskara rojnameya Cumhuriyetê, Asli Aydintaşbaş, di nivîsa xwe ya vê carê de agahiyên sosret eşkere kiriye û gotiye, ez niha li Waşingtonê me. Li gorî min ji rayedarên amerîkî û tirk bihîstiye Waşingtonê ji Erdogan re wiha gotiye:
“Li Sûriyê herêmek aram ava bikin lê li dijî kurdan û YPGê şer nekin. Emê garantiya wê yekê bidin ku YPG kantonên Efrîn û Kobanî nagihîne hev, hûn jî hebûna YPGê qebûl bikin”.
Li gorî wê rojnamevana tirk, piştî ku Tirkiyê bajarê Cerablusê yê Sûriyê girt, hikûmeta Amerîka hinekî xwe ji kurdên Sûriyê dûr xist û zêdetir girîngî da Tirkiyê.
Balkêş e ku serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî duh di merasima werza nû ya parlamentoyê de got, hedefa me ji operasyona Mertala Firat, avakirina herêmek aram e li Sûriyê.
Basnews
