PARLAMENTERÊ AK PARTÎ: Plana dewleta kurdî amade bû
Burhan Kuzu ji rojnameya Sozcu ya Tirkiyê re axivî û hewldana darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê nirxand.
Kuzu îdîa kir ku destê Amerîkayê li pişt darbeyê de bûye û Brîtanya û Îsraîlê jî piştgirî daye û got, “Navê darbeyê, radestkirina mifteya Tirkiyê ye. Ez eşker bêjim. Ev tekeza Amerîkayê bû, hewldan di bin pêzanîna Brîtanya û Îsraîlê pêkhat.”
Kuzu herwiha diyar kir ku armanca darbeyê ew bûy ku Tirkiyê jî bikin dewletek mêhtîngeh ê weke Kenyayê û wiha axiavî:
“Jixwe li rojhilat plana dewleta kurdî amade bû.”
Parlamenterê Ak Partî got ku eger darbe serketfî baya li Tirkiyê siyaset û medya bidû toz û ba û lewma jî hê zûye mirov behsa sedemên girtin û binçavkirinan bike.
Rudaw
