Şam û PYD li ser federalîzmê danûstandinan dikin
Roja 23ê Îlona 2016ê, li Kantona Cizîrê serjimêrî hate kirin. Biryar e li kantonên Konabî û Efrînê jî serjimêrî bê kirin û piştî wê jî amadekariyên hilbijartinan bêne kirin.
Serjimêriya li Kantona Cizîrê ji aliyê Rêveberiya Xwesr ve hate encamdan. Partiyên ji derveyî TEV-DEMê ev yek rexne kirin. Bi gotina wan, “Ev serjimêrî zirarê dide paşeroja kurdan li Rojavayê Kurdistanê.”
Serjimêrî û amadekariyên hilbijartinê
Çavkaniyekî ji Navenda Lêkolînên Rojava k user bi Rêveberiya Xweser e, ji Rûdawê re got, “Ev serjimêrî ne ji bo diyarkirina şêniya netewe û etnîkan e. Lewma serjimêriyeke giştî ye da ku bizanin hejmara şêniyên vê kantonê çend in, çend kes dikarin di hilbijartinan de dengê xwe bidin.”
Bi gotina heman çavkaniyê, bi vê serjimêriyê hejmara koçberan jî hatine eşkerekirin.
Begutey ew serçaweye, amancî hellbjardneke tenya dyarîkirdnî jmarey dengderan nîye, bellku bo dyarîkirdnî rêjey bêkarî û jmarey kemendaman, herweha jmarey ew awaraneye ke rûyan le kantoneke kirduwe û ewaney ke lewê awarebûn.
Dr Ferîd Sedûn ku beriya demekê ji Zanîngeha Ferat a Hesekê ji karê xwe hate dûrxistin û niha li Qamişlo rûdine, ji Rûdawê re got, “Gelek kêmasî di serjimêriyê de hebûn. Çimkî berberiyeke mezin ê partiyên kurdî yên Rojava liser vê yekê hebû. Ev kar tenê bi destê aliyekî hatiye kirin. Jiber vê jî amarên hatine komkirin, cihê gumanê ne.”
Desteya civata damezrandina sîstema federalîzmê li Rojava û bakurê Sûriyê, reşnivîsa Peymana Civakî dariştiye û niha jî amadekariyên hilbijartinê dike.
Endamê Nûneratiya Kantonên Rojava li Başurê Kurdistanê Fethullah Husênî ji Rûdawê re ragihand,”Piştî serjimêriyê, dê hilbijartinên parlamentoya Kongreya Gelan a Demokratî û hilbijartinên şaredariyan jî bêne kirin. Ji bo kêmenetewan jî hesaba kota tê kirin.”
Aliyên din li dij in
Lê Serokê Encumena Nîştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro ji Rûdawê ra daxuyand ku ew dê başdarî hilbijartinan nebin.
Biro got, “Em li gorî yasayên hikûmeta Esed beşdarî hilbijartinan nabin. Aliyekî kurdî li Rojavayê Kurdistanê dixwaze heman ezmûna hizba Bees dubare bike.”
Herwiha Serokê Hikûmeta Demkî yê Sûriyê Cewad Ebû Hetab jî helwesta dijbereya Sûriyê eşkere kir û got, “Carcaran PYD dixwaze hizrê xwe nîşan bide lê ti aliyek giringiyê nade projeyên wan. Dixwazin xwe bisepînin û projeyên xwe rewa bikin. Em van hilbijartinan kantonî dizanin.”
Dibe ku hikûmeta Sûriyê ji bo pêkanîna hilbijartinan ji rêveberiya Rojava re lempeya kes vêxistibe. Niha bi navbeynkariya Rûsyayê di navbera hikûmeta Sûriyê û serkirdeyên TEV-DEMê, liser mijara sîstema federalîzmê û hilbijartinan danûstandinan dikin.
Çavkaniyekî ji hikûmeta Sûriyê, di vê mijarê de ji Rûdawê re axivî û diyar kir, “Roja 19ê Îlona 2016ê, şanda YPG û TEV-DEMê ji firokexaneya Qamişloyê re çûne Latqiyê. Piştî hevdîtina ligel berpirsên rûsî, çûne Şamê û ligel Serokê Nivîsîngeha Asayîşa Nîştîmanî ya Sûriyê Elî Memlûk civiyan.”
Li gorî gotina heman çavkaniyê, şanda Rêvebriya Xweser ji Elî Memlûk re gotine ku ew xwe ji bo ragihandina sîstema federalîzmê amade dikin. Ev system jî liser binemaya cografî ye û hemû pêkhate dikarin bi wekhevî di nav de cîh bigrin.”
Hikûmeta Sûriyê derbarê van civînên xwe yên ligel Rêveberiya Xweser ti daxuyaniyek fermi nedaye. Lê berpirsên Rûsyayê çendîn car di daxuyaniyên xwe de, ji bo çareseriyê sîstema federalîzmê pêşniyar kirine.
Dermanê Panadol û federalizm
Roja 31ê Çileya 2016ê, Balyozê Sûriyê li Netewyên Yekgirtî û Nûnerê Beşar Esed li Danûstandinên Cenevê, Beşar Ceferî, derbarê mijara federalîzma Rojavayê Kurdistanê de, bersiv da pirsa peyamnêrê Rûdawê û got, “Ew kesên daxwaza federalîzmê ji bo Sûriyê dikin, bila dermanê Panadol (dermanê serêşê) bixwin.”
Nûnerê Esed di berdewma bersiva xwe de wiha axivî:
“Mijara parçebûna Sûriyê ji mejiyê xwe derbixin. Ew ên li ser parçekirina Sûriyê hizran dikin, bila dermanê serêşê bixwin dê ji bo wan baş bibe.”
Lê niha mijara federalîzmê bi cidî li Sûriyê tê gotûbêjkirin. Beşar Esed jî di axaftinên xwe yên dawiyê de dijitiya vê yekê nake û dibêje, “Derbarê pêşeroja Sûriyê de çi biryar bê dayîn, divê di çarçoveya destûrê de be û gelê Sûriyê biryarê liser bide.”
Beriya niha Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ragihandibû, “Agirbest şansê dawîn ê yekparçe mayîna Sûriyê ye.”
Ji ber vê yekê nija ji bo ev welat ji vê serêşiyê rizgar bibe, parçekirin weke çarerêyek tê dîtin.
Rudaw
