• Monday, 23 February 2026
logo

“Serok Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Îranê dikin”

Gulan Media October 2, 2016 Nûçe
“Serok Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Îranê dikin”
Hat zanîn ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê serdana Îranê bikin.

Malpera erebî ya bi navê “El Weqt”, ku nêzîkî Wezareta Derve ya Îranê ye, ji zarê rayedarekî mezin ê Îranê ragihandiye, Serok Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê roja 12 vê mehê serdana Tehranê bikin û bi rayedarên Îranê re hevdîtin bikin.

Li gorî wê malperê, her du rayedarên Kurdistanê dê du rojan li Îranê bimînin û bi îraniyan re li ser peywendiyên Kurdistan û Îranê her wiha şerê DAIŞê bi taybet operasyona azadkirina Mûsilê gotûbêj bikin.

Heta niha Herêma Kurdistanê ti daxuyaniyek fermî li ser vê nûçeyê nedaye.

Basnews
Top