“Serok Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Îranê dikin”
Malpera erebî ya bi navê “El Weqt”, ku nêzîkî Wezareta Derve ya Îranê ye, ji zarê rayedarekî mezin ê Îranê ragihandiye, Serok Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê roja 12 vê mehê serdana Tehranê bikin û bi rayedarên Îranê re hevdîtin bikin.
Li gorî wê malperê, her du rayedarên Kurdistanê dê du rojan li Îranê bimînin û bi îraniyan re li ser peywendiyên Kurdistan û Îranê her wiha şerê DAIŞê bi taybet operasyona azadkirina Mûsilê gotûbêj bikin.
Heta niha Herêma Kurdistanê ti daxuyaniyek fermî li ser vê nûçeyê nedaye.
Basnews
