Li navçeya Gever nêzî 5 hezar avahî wêran bubûne
Ji ber şer û aloziyan nêzî 5 hezar xaniyên wêran yên li 7 taxên Geverê dê ji nû ve werin avakirin. Tîmên ser bi Wezareta Bajarvanî û Derdorê ve xebatên ziyanê birêve dibin. Lê xwediyên xaniyan ji xebatên rayedaran nerazî ne. Fehmî Dundar jî xwediyê xaniyeke wêran e. Dundar dibêje em ji ber pevçûnan ji xwe mexdûr bûne û bi kêmhesabkirina heqê xaniyên xwe careke din mexdûr dibin.
"Xaniyên me xira kirin, ne mimkûn e ku careke din heqê xaniyên me bidin me. Wek mînak; bihayê vî xanî 700 Hezar lîre ye, lê bihayê wî wek 400 Hezar lîre hesab dikin. Yanî bi kêmasî tê hesabkirin. "
Şer û aloziyan nêzî 3 meh an dewam kir. Di vê maveyê de bi hezaran welatî malên xwe bicihiştibûn. Gelek welatî ji ber aloziyên ji Geverê derketibûn, piştî rakirina qedexeyan gelek ji wan kesaên ku dîsa vegeriyan navçeya xwe malên xwe di cih de nedît in. Yek ji wan kesan jî Hiznî Dundar bû. Dundar dibêje, dema ku vegeriyan Geverê ji tunebûna mal, av û kerhebê bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû maye..
"Xaniyê me 5 qet in, lê 3 qet nivîsîne. Em nizanin ji bo her sê qetan jî çi didin? Serê me girêdane, malên me xira kirine û wiha hiştine. "
Ji aliyekê ve xebatên ji nûve avakirina navçeyê didomin ji aliyê din ve jî xelkê bajêrhêdî hêdî birînên xwe derman dikin û dixwazin ji beriya zivistanê çareseriyek ji halê wan re bê peydakirin.
K24
