• Monday, 23 February 2026
logo

HDP: Em ti hurmetek taybet nîşanî Erdogan nadin!

Gulan Media October 1, 2016 Nûçe
HDP: Em ti hurmetek taybet nîşanî Erdogan nadin!
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand, ew di merasima destpêkirina werza nû ya xebatên parlamentoyê de “ti hurmetek taybet”nîşanî Erdogan nadin.

Bêhinvedana havînê ya parlamentoya Tirkiyê xilas bû. Ji ber wê jî parlamento îro dest bi xebatên xwe yên werza nû dike. Bo vê helkeftê, merasimek tê lidarxistin.

Di merasimê de, serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dê gotarekê pêşkêş bike. Li gorî qanûnên Tirkiyê, dema serokomar dikeve hundirê parlamentoyê, tevahiya endamên parlamentoyê li ber radibin û jê re çepikan lê didin.

Parlamenterê Mêrdînê yê HDPê Midhet Sancar derheqê helwesta HDPê li hember Erdogan de got, emê ne di hatina Erdogan ne jî di çûyîna wî de rêzek taybet nîşanî wî nedin, bila ti kes hêviya vê yekê ji me neke.

Basnews
Top