Li Amedê operasyon dest pê dikin
Li gorî daxûyaniya parêzgariya Amedê, ji ber operasyonên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê i 13 gundên ser Hêne û Licê yên Amedê ve qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û heta fermaneke nû dê berdewam be.
Herwiha di daxûyaniya parêzgariya Amedê de hatiye gotin ku bi armanca derxistina gerîlayên PKKê ji wê navçeyê û xirabkirina baregehên PKKê operasyonên berfireh hatine destpêkirin û dê ev operasyon heya demekê biajo.
Qedexe li gundên Liceyê yên wekî Birlik, Şenlik, Abali, Erginkoy, Tuzlakoy, Çeper, Durukoy û Daralanayê her wiha li Topçular, Yukari Turali, Kalaba, Serenkoy û li gundê Uzunlara Hênê heye.
Rudaw
