Başûr – Li aliyekî zengila xwendinê û li aliyê din jî zengila baykotê hat lêdan
Îro li parêzgehên Hewlêr û Duhokê yên Herêma Kurdistanê werza nû ya xwendin û perwerdê dest pê kir.
Li Duhokê, zengila xwendinê ji aliyê parêzgarê Duhokê Ferhad Etroşî ve hat lêdan û li parêzgeha Hewlêrê jî, zengila xwendinê li bajarokê Mexmûrê û ji aliyê Wezîrê Perwerdê Dr. Piştîwan Sadiq ve hat lêdan.
Wezîrê Perwerdê di merasima lêdana zengila xwendinê de got, kirîza darayî bandorek giran li ser rewşa xwendinê bi taybet jiyana mamostayan kiriye lê çi ji destê me were emê vê kêşeyê çareser bikin.
Dr. Piştîwan Sadiq da zanîn ku 6 milyar dînar ( derdora 5 milyon dolar) bo hatinçûna mamostayan hatiye dabînkirin û got, helbet ev pere dê were zêdekirin.
Li aliyekî din, li Silêmanî, Helebce, Germiyan û Raperînê mamostayan li dijî gîrobûn û kêmkirina mûçeyê xwe, xwendin û perwerde baykot kirin û zengila baykotê lê dan.
Komek mamosta li ber avahiya perwerdeya Silêmaniyê kom bûn û zengila baykotê lê dan.
Basnews
