• Monday, 23 February 2026
logo

“Bi awayekî binemayî li ser dewleta Kurdistanê hatiye rêkeftin”

Gulan Media October 1, 2016 Nûçe
“Bi awayekî binemayî li ser dewleta Kurdistanê hatiye rêkeftin”
Parlementerekî Iraqî aşkere dike ku, di serdana Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bo Bexdayê de, rêkeftina ku nehatiye ragihandin ew e, ku bi awayekî binemayî li ser dewleta Kurdistanê hatiye rêkeftin.

Parlementerê Iraqî Mihemed El-Tayî li ser rûpela xwe tûra pêwendiyên civakî “Facebook” belav kir ku, bi awayekî binemayî li ser dewleta Kurdistanê hatiye rêkeftin, ragihandina wê rêkeftinê jî li gor sazanên di navbera hevbendiyên siyasî, berjewendî û mercên nû ne.

El-Tayî dibêje ku “Hevbendiyeke nû” di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û hin aliyên Hevbendiya Niştimanî ya Şî'î wek (Encûmena Bilind, Heyder Ebadî û Tevgere Sedir) de hatiye avakirin, lê bi hin mercan.

Derbarê mercan de El-Tayî nivîsiye, dilniyabûn li ser dana para Hewlêrê ji bûdceyê, tevî nerazîbûna Hevbendiya Kurdistanê (YNK û Tevgera Goranê) û hin partiyên din yên Hevbendiya Niştimanî ya Iraqê.

Herwiha mercê din jî ew e, ku nameyek ji hêzên din yên opozîsyonê re bê şandin, ku “Hevbendiya nû” di hevkêşe û hevtêgihlştin de dê xwedî rol û bandor be. Serkeftina vê hevbendiya nû vedigerîne van xalan:

Bihêzbûna fraksyonê ya siyasî li ser erdê.
Hejmara çekdaran (Baskê leşkerî) ya hevbendiya nû.
Pêwendiya ligel welatên bihêz wek Amerîka, Brîtanya û hin welatên Yekîtiya Ewropayê û hin welatên herêmê.

k24
Top