• Monday, 23 February 2026
logo

Mihemedê Hacî Mehmûd: Barzanî li Bexdayê bi eşkere behsa serxwebûnê kir

Gulan Media October 1, 2016 Nûçe
Mihemedê Hacî Mehmûd: Barzanî li Bexdayê bi eşkere behsa serxwebûnê kir
Sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê (PSDK) Mihemedê Hacî Mehmûd ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Bexdayê bi eşkere behsa serxwebûna Kurdistanê kir.

Mihemedê Hacî Mehmûd, ku bi Barzanî re çûbû Bexdayê, ji televîzyona K24 re behsa naveroka hevdîtina şanda Kurdistanê bi rayedarên Iraqê kir û ragihand, Barzanî di hevdîtina bi serokwezîrê Iraqê re behsa serxwebûna Kurdistana Başûr kir û got, heta wê demê qedexe bû di asta bilind de behsa wê mijarê were kirin.

Sekreterê giştî yê PSDKê her wiha got, Serok Barzanî di civîna Ebadî de bi eşkere behsa serxwebûna Kurdistanê û qedera gelê Kurdistanê kir.

Mihemedê Hacî Mehmûd li ser helwest û bersiva aliyê Iraqê jî got, wan jî gotin ew tiştên ku hûn dibêjin hemû mafê gelê Kurdistanê ne û em dikarin li ser serxwebûnê jî û li ser mijarên din jî gotûbêj bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 29 Îlona îsal bi şandeke mezin çûbû Bexdayê.

Basnews
Top