Demîrtaş: Ne tenê televizyon, parlemento jî girtî ye
Demîrtaş di derbarê girtina televîzyonên Kurdî de ji IMC TVyê re axivî û da zanîn ku, IMC TV dengekî rexnegir a giranbuha yê Tirkiyê bû. Ew wekî HDP piştevanê wê televîzyonê ne û herwiha ne pêkane rê li ber IMC TV were girtin.
Demîrtaş got, digel televîzyonên Kurdî parlemento jî ne bi şêweyek fermî be jî hatiye girtin. Hikûmet bi hinceta hewla derbeya leşkerî zordestiyê dike. Lê ew ê rê nedin wan.
2 roj berê li Tirkiyê 12 televîzyon hatin girtin. Piraniya wan bi zimanê Kurdî weşan dikir.
K24
