Tenê Barzanî dikare pêvajoyê dubare zindî bike
Piştî serdana Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelna (HDP) Selahattin Demîrtaş bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî eşkera kir ku ew ê heta çend rojan şandeyek bişînin ba Barzanî.
Yek ji endamê Komîsyona Aqilmendan a Pêvajoya Çareseriyê Vahap Coşkun jî dibêje ev trafîka şandeyan îşaretên vê yekê ne ku herdu alî jî dixwazin careke din pêvajo dest pê bike.
Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê akademîsyen Doç. Dr. Vahap Coşkun diyar kir ku Mesûd Barzanî di vê pêvajoyê de aktorekî sereke ye û wiha domand:
“Ev îşaretekî bû. Eger herdu alî bixwazin pêvajoyekî dest pê bikin, Barzanî dikare li vir roleke girîng bilîze. Wextê ez li herêmê dinêrim ji Barzanî baştir jî aktorek tune ye. Ger herdû alî bixwazin li ser maseyekî bicivin û hevdîtinan pêk bînin, encax Barzanî dikare vê yekê çêbike.”
