Heşt girtiyên din ên kurd hatin darve kirin
Duh 29.09.2016ê heşt girtiyên kurd ku yek ji wan jin e, ji aliyê saziyên dadweriya Îranê ve li zîndana navendî ya bajarê Ormiyê hatin darve kirin.
Li gor raporta navenda çalakvanên mafê mirov a Kurdistanê, ew heşt girtiyên kurd, ku bi tometa madeyên hoşber hatine darve kirin, dûh ji girtîxaneya giştî ya Ormiyê veguhestine cîhên takekesî.
Li gor heman çavkaniyê nav û nasnameyên wan heşt girtiyane waha ne: Behman Pîrkûhzadgan, Îsmaîl Eyûbî, Kerem Keleş, Qadir Mehmûdî, Efendî Xemrî, Kirît Hesen Zade, Ferhad Melekî, ku hemû xelkê Ormiyê ne û jin a bi navê Milûk Nûrî ya xelkê Kirmaşanê.
Li gor raporta dûh li zîndana Xuremabadê li Parêzgeha Loristanê girtiyekî kurd ê bi navê Ebdula Mihemedzade ku xelkê Mehabadê bû, bi tometa madeyên hoşber hatibû darve kirin.
Herwaha îro 29.09.2016ê li zîndana bajarê Recayîşehr a Kerecê 9 girtiyên din bi tometên cuda cuda hatin darve kirin.
