Usame Nuceyfî : Em bi serdana Serok Barzanî kêfxweş in
Herweke tê zanîn îro, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo serdanekî fermî serokatiya şandeyekî, ku ji hejmarek rêveberên partiyên siyasî yên Kurdistana başûr ve gihişte bajarê Bexdayê ya paytexta Iraqê.
Serokê Îtîlafa Mutehîdun Usame Nuceyfî, bi beyanameyekê raghand ku serdana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pir girîng e, ku çareseriyek bo pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de pêkbê.
Biryare Serok Barzanî derbarê pirsgirêkên rizgarkirina Mûsilê, paşeroja peyvendiyên Hewlêr û Bexdayê û pirsa referandom û serxwebûna Herêma Kurdistana li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û rêveberên Iraqê gotûbêj bike.
