Seidî Ehmed Pîre: Serdana îro ya Barzanî bo Bexdayê pir giringe
Duh 29.09.2016ê berpirsê peyvendiyên giştî yê YNKê Seidî Ehmed Pîre ji BasNewsê re ragehand: ‘’Qutkirina peyvendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê karek bû ku tu aliyekê jê sûd vernedigirt, her dû alî jî jê zerer ditîdin, bi taybet naha Herêma Kurdistanê, taqet û hêza xwe heye, Bexdayê jî taqet û hêza xwe heye, lewma bi rêkeftina her dû aliyan ve pêgeha Iraq û Herêma Kurdistanê dikare bê bihêz kirin.’’
Li gor baweriya Seidî Ehmed Pîre, piştî serdanê, Iraq dibe navendekî stratejîk bo Herêma Kurdistanê û Hewlêr jî piştî vê serdanê giringe peyvendiyên xwe di asta navnetewî de bihêz bike, dervey wan jî pirsgirêka darayî heye, em dikarin bi hev re çareser bikin. Herwaha diyar kir, başkirina peyvendiyên Hewlêr û Bexdayê bo başkirina peyvendiyên navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge jî pir giringe, ji ber şerê rizgarkirina Mûsilê di holê de ye.
Basnews
