Demîrtaş: Bila alîkariya pêşmerge û gerîla bikin!
Şanda ku bi pêşengtiya Hevserokê Giştî yê HDPê Selahettîn Demîrtaş, ji 27ê Îlonê ve li Brûksel û Berlînê çend hevdîtinên dîplomatîk pêk anî.
Di şanda HDPî de Parlementerê Çewlîgî û Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Têkiliyên Derve yê HDPê Hişyar Ozsoy, Parlementera Adaneyê Meral Daniş Beştaş û Parlementerê Mêrdînê Mithat Sancar cih digirin.
Hevserokê HDPê Selahatin Demîrtaş piştî civîna bi Cîgirê Serokwezîrê Almanyayê û Serokê Giştî yê SPDê Sîgmar Gabrîel re birsên peyamnêra Rûdawê li Almanya Ala Şalî bersivand.
Selahatin Demîrtaş diyar kir ku şanda wan ewil li Brukselê li Parlamentoyê Ewropayê çend hevdîtinên girîng pêk anîne îro jî li Berlînê ne çend hevdîtinên bi kesên pilebilind re hene.
Demîrtaş diyar kir ku di hevdîtinan de 2 mijarên wan ên sereke hene û wiha domand:
“Rojeva me ya yekem, li Tirkiyê pirsgirêkên Kurdan, demokrasî û mafên mirovan e. Em dixwazin berpirsiyariya Tirkiyê bibîr bînin ku namzeda endamitiya yekîtiya Ewroûpayê ye. Ya duyem jî em derbarê geşadanên li Rojava û Başûrê Kurdistanê raya xwe tînin ziman.
Em dibêjin li Rojava û Başûrê Kurdistanê ji bo Kurdan alîkakeriya pêwîst di şerê li dijî DAIŞê de ji aliyê civaka navnetewî ve nayê kirin. Divê ji aliyê diplomatîk, siyasî, mirovî û leşkerî ve piştigriya Kurdan were kirin. Kurd ji bo aramî û demokrasiya Rojhilara Navîn girîng e. Em weke partî di hevdîtinan xwe de vê yekê tînin ziman.”
Demîrtaş herwiha amaje kir ku cihan alîkariya “gerîla û pêşmergeyên Kurdistanê ku bi lehengî şerê DAIŞê dikin” nake.
Demîrtaş derbarê pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Tirkiyeyê jî wiha ragihand:
“Pêwîst e Almanya û Parlamentoya Ewropayê ji bo çareserkirina pirsa Kurdan zextê li ser Tirkiyê bikin xwedî însiyatîf bin. Bêaramiya li Tirkiyê bandorê li Ewropayê jî dike wek pirsgirêka ewlehiyê û krîza penaberan derdikeve pêş. Heger pirsgirêk Kurdan were çareserkirin tevahiya pirsan çarserser dibin.”
Li ser pirsa Ala Şalî ya derbarê şanda HDPê bo Herêma Kurdistanê de jî Demîrtaş wiha got:
“Li gel hemû part û aliyên Başurê Kurdistanê me çend civînên girîng encam dan. Ez sipasya wan hemûyan dikim ku bi germî pêşwaziya me kirin, bi biratî û dostane mêvandariya me kirin.
Bi grîngiyê nerîna me wergirtin, niha êdî erkê li ser milê wan ee, me ji wan xwest di çarçoveya civînan de û bi rêya diyalogê pissgirêk bên çareserkirin.”
Rudaw
