• Monday, 23 February 2026
logo

Barzanî bi Ebadî re hevdîtin kir

Gulan Media September 29, 2016 Nûçe
Barzanî bi Ebadî re hevdîtin kir
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî hevdîtina bi serokwezîrê Iraqê re got, divê em û Bexda li ser tevahiya kêşeyan gotûbêj bikin. Barzanî her wiha got, me pilanek baş bo azadkirina Mûsilê daniye.

Hevdîtina Serok Barzanî bi serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Bexdayê xilas bû. Piştî hevdîtinê, Barzanî û Ebadî derketin pêşberî rojnamevanan.

Barzanî derheqê hevdîtinê de got, armanca serdana me ew e ku em piştgirî li serokwezîrê Iraqê bikin. Hedefên me yên hevbeş hene ku yek ji wan şikandina DAIŞê ye.

Barzanî behsa pilana azadkirina Mûsilê jî kir û got, me pilanek baş bo azadkirina Mûsilê daniye û dê paşeroja xelkê Mûsilê parastî be.

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha got, divê em û Bexda li ser tevahiya kêşeyan gotûbêj bikin. Li gorî Herêma Kurdistanê, Bexda xwedan kûrahiya stratejîk e û divê em bi Bexdayê re di nav diyalogê de bin.

basnews
Top