Nadiya Mûrad namzeta giringtirîn xelata mafên mirovan e!
Parlamentoya Ewropayê (PE) navê kandîdên giringtitîn xelata mafên mirovan û azadiya derbirîna bîr û ramanê eşkere kir. Di nava 5 namzetan de, bi tevê Nadiya û Lamyayê, namzetek yek ji Tirkiyê, yek ji Kirimê û yek jî ji Çînê heye.
Nadiya Mûrad ji aliyê Partiya Sosyal Demokrat û Partiya Lîberal ve hatiye destnîşankirin.
Lamya Beşar keçekê din ê êzidî ye ku ji destê DAIŞê rizgar bûye.
Cigira Seroka Lîjneya Mafên Mirovan li Parlamentoya Ewropayê Byatrîs Bîsêra derbarê vê mijarê de Ji Rûdawê re got:
“Nadiya baştirîn namzete ji bo vê xelatê. Ne ji ber berevanîkirina mafên mirovan û aştiya wîcdanê, ji ber ku ew jineke di temenê guhertinê de ye. Ez bawer dikin ku dê xelata Saxarov. Birastî ez gelek kêfxweş im ku freaksiyona me Nadiya Mûrad weke namzet hilbijartiye.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi rêya nûnertiya xwe ya li Yekîtiya Ewropayê hemû pêwendiyên xwe xistine gêr da ku keçên kurd dengên zêdetir werbigrin.
Nûnerê Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dîlawer Ajgeyî jî got:
“Me bi partî û komên cuda re dest bi hevdîtinan kirine. Ligel Parlamentoya Ewropayê û dostên xwe danûstandinan dikin da ku deng bidin Nadiya Mûrad. “
Rojnamevan û çalakvana siyasî ya kurdê êzidî Duyzen Tekal ku her gav ligel Nadiya Mûrad tê dîtin, niha jî ji bo Nûnera Niyetapak a Neteweyên Yekgirtî vê xelatê werbigre, kar dike.
Duyzen Tekal jî ji Rûdawê re wiha axivî:
“Ez gelek keyfxweş im ku Nadiyayê ez hinde deng vedaye li cîhanê. Em dixwazin ew hinek din jî pêş de here û navê me li cîhanê bide naskirin.”
Roja 27ê Cotmehê dê encamên Xelata Saxarovê bên eşkere kirin. Tenê komîsyonên Pêwendiyên Derve, Çand û Geşedanê ya Yekîtiya Ewropayê dikarin dengên xwe bikarbînin.
Di sala 1995ê de siyasetmedara kurd Leyla Zana ev xelat wergirtibû.
Rudaw
