Hikûmeta Iraqê 600 erebê penaber rêdike qampekî Kerkûkê
Îro 29.09.2016ê rêveberiya koç û koçberan li parêzgeha Kerkûkê beyanameyek belav kir û di wê peyamê de hate ragehandin ku, 600 hemwelatiyên ku penaber bûne xelkê bajarokê Hewîce ya başûrê Kerkûkê ne.
Berpirsên payedar ên hikûmeta herêma Kurdistanê radigehînin, ji ber şerê tayfeyî û êrîşa rêxistina tund a DAIŞê, zêdetirî 1.5. milyon hemwelatiyên ereb penaberî herêma Kurdistanê û herêmên bin desthilatiya Pêşmerge.
Basnews
