Li Duhokê taziyeya Şîmon Peres danîn
Peyamnêrê Rûdawê Eyûb Nasirî ragihand, “Piştî koça dawî ya Şîmon Peres, hejmarek çalakvanên bajarê Duhokê, taziye danîn û paşî komeke din ê çalakvanan beşdarê taziyê bûn.”
Li gorî gotina çalakvanan, Şîmon Peres yekemîn serokê welatekî bûye ku piştgiriya xwe ji bo dewleta kurdî ragihandiye.
Çalakvanana diyar kirin ku ji bo danîna taziyê, destûr ji aliyên berpirs wergirtine.
Çalakvan Beyar Zawîteyî derbarê mijarê de ji Rûdawê re got, “Dema me bihîst ku serokomarê berê yê Îsraîlê Şîmon Peres koça dawî kiriye, weke çalakvanekî kurd min xwest hevxemiya xwe ji bo hikûmet û gelê Îsraîlê derbibrim.”
Zawîteyî got, “Şîmon Peres yek ji wan serokê dewletan bûn ku bi eşkereyî piştgirî dida doza kurd û serxwebûna Kurdistanê. Dema serdana Koşka Spî kiribû ji Serokê Amerîkayê xwestibû piştgiriyê bide kurdan.”
Beyar Zawîteyî diyar kir ku di roja yekemîn a taziyê de heta 6ê êvarê çalakvanan serdana cihê taziyê kirine.
Hêjayê gotinê ye ku Şîmon Peres roja Çareşemê (28-09-2016) di 93 saliya temenê xwe de koça dawî kiribû.
Rudaw
