KURDISTAN - Şandekî bilind diçe Bexdayê
Di şanda bilind a Herêma Kurdistanê de, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn, Cigirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl, Sekreterê Partiya Sosyalîst û Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemedê Hacî Mehmûd, Berpirsê Polîtbûroya YNKê Mele Bextiyar, Sekreterê Polîtbûroya PDKê Roj Nûrî Şawês, cîh digrin.
Tê gotin ku dê di dema serdanê de şanda kurd ligel Serokwezîrê Iraqê Heytder Ebadî û aliyên din ên siyasî bicive, mijarên weke operasyona Mûsilê û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj bike.
Di 29ê Tebaxê de jî di bin serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kiribû.
Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Sedî Hedîsî ji Rûdawê re ragihand, “Serdana vê şanda di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê de, dê bibe berdewama serdana şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê û dê hûrgûliyên mijaran bên gotûbêjkirin.”
Rudaw
