Cîgirê Serokê Amerîka li rêya telefonê peywendiyê bi Serok Barzanî kir
Li vê peywendiya telefoniyê da Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka piştgîriya xwe û welatê xwe ji bo serdana Serok Barzanî û şanda li gel ya Bexdayê nîşan da û hêvî xwest serdan serkeftî bê û encameke xwe ya baş hebê û proseya diyalog û danustandin û hemahengiya li navbera Hewlêr û Bexda berdewam bibê.
