Qayîmeqamê Şingalê gef li PKKê xwar: Emê li ba NY gilî bikin!
Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re axivî û got, divê PKK û hêzên din ên ku bi awayekî ne qanûnî li çiyayê Şingalê bicîh bûne, wê derê vala bikin û kêşe ji xelkê sivîl re dernexin.
Mehma Xelîl her wiha got, eger ew ji devera Şingalê dernekevin xelkê Şingalê dê li ba NY û nûnerên welatên biyanî yên li Iraq û Kurdistanî gilî bikin.
Xelîl anî ziman ku ewê hewl bidin bi diyalogê PKK û hêzên din razî bikin ku ji Şingalê derkevin û got, eger ew vala nekin wê çaxê emê li ba NY gilî bikin.
Duh jî li ziyareta Şerfedîn a Şingalê, komek kurdên êzîdî li dijî hebûna hêzên PKKê li çiyayê Şingalê kom bûn û daxwaz ji PKKê kirin, ji wê derê derkeve.
Basnews
