• Monday, 23 February 2026
logo

Îsmaîl Bêşîkçî dîsa got: Mafê kurdan heye bibin xwedanê dewleta xwe

Gulan Media September 28, 2016 Nûçe
Îsmaîl Bêşîkçî dîsa got: Mafê kurdan heye bibin xwedanê dewleta xwe
Bîrmend û nivîskarê navdarê tirk Îsmaîl Bêşîkçî dibêje, Kurdistan pênc perçe ye ne çar perçe. Bêşîkçî her wiha dibêje, mafê kurdan ê avakirina dewletê jî heye.

Ev du roj in li bajarokê Riwandizê yê Kurdistana Başûr, konferansek bi navê “Dîdara Hizra Netewî” li ser dewleta kurdî tê lidarxistin.

Di wê civînê de, bîrmendê navdarê tirk û dostê kurdan Îsmaîl Bêşîkçî jî beşdar bûye. Bêşîkçî di panêla îro ya konferansê de gotarek pêşkêş kir û got, Netewên Yekbûyî (NY) ne dixwaze û ne jî dikare guhdarî hawara kurdan bike!

Îsmaîl Bêşîkçî her wiha got, Kurdistan pênc perçe ye ne çar perçe. Çimkî beşek ji Kurdistanê li herêma Qafqaziya ye di navbera Qerebax û Ermenistanê de. Mafê kurdan heye dewleta xwe ava bike û serbixwe bin.

Wî dostê kurd behsa zilam û hovîtiya dewletên dagirker ên Kurdistanê jî kir û got, di serdema mêtîngeriya Firansa, Almanya û Brîtanya de ti carî gazên jehrî û kîmyayî li dijî mirovan nehatibûn bikaranîn lê rêjîma dagirker a Iraqê li gelek deverên Kurdistanê ew gaz bikar aniye.

Basnews
Top