• Monday, 23 February 2026
logo

HDP: Dibe ku gotinên Erdogan nîşana çareseriyê bin

Gulan Media September 28, 2016 Nûçe
HDP: Dibe ku gotinên Erdogan nîşana çareseriyê bin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got “Emê şandekî bişînin Hewlêrê.” Ev gotinên Erdogan ji aliyê HDPyiyan ve weke “nîşanekî çareseriyê” hate şirovekirin.

Wezareta Dadê ya Tirkiyê di Cejna Qurbanê de destûr dabû ku malbata Abdullah Ocalan serdana Îmraliyê bikin û hevdîtinê pêkbînin.

Abdullah Ocalan bi rêya birayê xwe kardeşi Mehmet Ocalan, roja 11ê Îlonê peyamek şandibû û gotibû, “Eger hikûmet gavan bavêje, ew dikarin di nava 6 mehan de pirsgirêkê çareser bikin.”

Piştî peyama Ocalan, şandekî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di bin serokatiya Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş de serdana Herêma Kurdistanê kiribûn.

Serdana şanda HDPê weke, “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di pêvajoya nû ya çareseriyê de bibe navbeynkar” hatibû nirxandin.

Parlamenterê Amedê yê HDPê Îmam Taşçier û Parlamenterê Stenbolê Celal Dogan, derbarê serdana şandê de ji Rûdawê re axivîn.

Celal Dogan: Armanca me ya hatina Kurdistanê ne ev bû. Armanc ew bû ku partiyên kurd ên wê derê bên ba hev û pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin. Em bi ti fermanekî neçûn.

Îmam Taşçier: Armanca taybet a şanda me, ne pêvajoya çareseriyê bû. Bêguman em dixwazin pêvajoya çareseriyê dest pê bike. Em dixwazin şer raweste û kurd ligel deweletê aştiyê bikin.

Armanca me ya çûna Başûr, lihev nêzîkkirina partiyên kurdan bû. Jiber vê me ligel hemû partiyan hevdîtin kir û axivî. Me di serdana xwe de ji wan re got: pêwîste di navbera kurdan de diyalog hebe. Divê bi rêya ragihandinê hev reş nekin. Eger gotineke wan hebe divê bi hevre rûnin û biaxivin. Me behsa lidarxistina Kongreya Netewî kir. Partiyên Başûrê Kurdistanê jî soz dan ku ji bo bidawî anîna şerê li Bakûrê Kurdistanê, çi ji destê wan bê dê bikin.

Bi tevî pêvajoya çareseriyê, me behsa gelek mijarên din jî kir. Ji pêvajoya Osloyê heta niha, behsa hemû bêvajo hatin nirxandin. Me daxwaz ji Mesûd Barzanî nekir ku bibe navbeynkar lê partiyan gotin ku çi ji wan bê xwestin ew amadene bikin.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan beriya çend rojan di daxuyaniyekî de got ku ew dê şandekî bişînin Herêma Kurdistanê.

Celal Dogan: Di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de her gav pêşketinên nû çêdibin. Mijara enerjiyê, petrolê, pirsgirêkên siyasî heye. Birastî jî ez nizanim ka armanca çûna şanda Tirkiyê dê çi be.

Îmam Taşçier: Çûna şandê ya ji bo Hewlêrê erênî ye. Ev yek jî nîşan dide ku giringiyê didin Başûrê Kurdistanê. Herwiha nîşaneke ji bo çareseriya pirsgirêka kurd.

Basnews
Top