Li Başûr firokeya Tirkiyê ket xwarê
Peyamêrê Rûdawê li Amidyê Nasir Elî ragihand firkokeyên Tirk herêma Gare û Bergere bombebaran kir û piştî 10 xuleqan dengê teqîneke mezin hatiye bihîstin.
Peyamnêrê me diyar kir ku firokeyên şerî yên Tirkiyê gundên Guzê, Şêrane û Biyê yên bajarokê Dêrelûka ser bi navçeya Amidyê ve urdistanê bombebaran kirin.
Peyamnêrê me ragihand ku bi gotina çavkaniyên herîmê hate îdiakirin firkokeyeke li herêma Çiyayê Gareyê ketiye xwarê.
Nasir Elî amaje kir ku niştecihên herêmê gotine wan bi çavên xwe dîtiye agir bi firokeyekê ketiye û piştre ev firoke li Çiyayê Gare ketiye xware.
Elî destnîşan kir ku gundiyan ji wî re gotine ew bi gerîlayên PKKê re ketine peywendiyê û gerîlayên PKKê xistina firokeya şerî piştrast kirine.
Li gorî agahiyên peyamnêrê me ji berpirsên ewlkariya sînorî wergitine, ew nikarin piştras bikin ku fîrokeya Tirkiye ketiye xwarê li wan jî ji gundiyên herêmê bihîstine ku firoke ketiye.
Rudaw
